Li Strasboûrgê çalakiya konvedanê: Em ê îradeya xwe azad bikin

Li Strasboûrgê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de çalakiya konvedanê hat lidarxistin.

Kurdistanî li gelek deverên cîhanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de çalakiyên xwe didomînin. Di çarçoveya pêngavê de îro li bajarê Fransa ê Strasboûrgê çalakî hat lidarxistin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê (DKTM-S) û Însiyatîfa Jinan a Zîn ve li ber Gara Trenê ya Strasboûrgê çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Konê ku hatibû vekirin bi wêneyên gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên ku daxwaza azadiya wî dike, hatin xemilandin.

Di standa pêşiya konê de broşûrên têkîldarî dîroka tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirtûkçeyên li ser têkoşîn û paradîgmaya Ocalan cih girtin. Le gel xebatên girseyî, aktivîsên Însiyatîfa Jinan a Zîn û ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Sarah Glynn axivîn.

‘AZADIYA RÊBERÊ ME XETA ME YA SOR E’

Aktivîsên Însiyatîfa Jinan a Zîn di axaftinên xwe de diyar kirin ku weke jin têkoşîna wan a azadiyê ya di avakirina cîhaneke nû de bi Konfederalîzma Demokrtîk pêkan e.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve tecrîdê kûrtir dike û li aliyê din jî zextên li ser jinên ku ji bo azadiya xwe têdikoşin, zêde dike û hate gotin ku hêzên navneteweyî jî piştgirî didin vê polîtîkaya êrîşê.

Di berdewamiya axaftinê de wiha hate gotin, “Weke jinên Kurd azadiya Rêberê me xeta sor a têkoşîna me ye.”

Her wiha diyar kirin ku ew ê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

‘EM Ê BIBIN DENGÊ ABDULLAH OCALAN Û GELÊ KURD’

Ji Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî Sarah Glynn jî mafê axaftinê girt û anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Em weke dostên gelê Kurd û hevreyên Ocalan li dijî vê sûcê piştevaniya enternasyonal mezin bikin.”

HÊZÊN DESTHILAT ÇAVÊN XWE DIGIRIN

Sîdar Amedê ku yek ji wan hunermendên TEV-ÇAND’ê ye diyar kir ku welatên Ewropayê li hember esaret û tecrîda li ser vîna gelê Kurd Abdullah Ocalan çavên xwe digirin. Sîdar Amed got ku ‘’Tecrîda Îmraliyê li hemû welêt tê sepandin’’ û wiha berdewam kir: ‘’Rêber Apo û gel yek perçe ne. Mirov ji çar hawîrdorên cîhanê beşdarî vê pêngavê dibin. Bangawaziya me ji hemû gelê Kurd re ye. Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya serokatî divê herkes derkevin qadan’’.

Nûnerê Konseya Ewropayê yê HEDEP'ê Fayik Yagizay jî destnîşan kir ku pêngava ku hatiye destpêkirin gelekî girîng e. Yagizay got, “Nêzîkatiya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ya li hemberî Birêz Ocalan bi tevahî siyasî ye. Helbet nêzîkbûna tecrîda li ser Birêz Ocalan di çarçoveya mafên mirovan û hiqûqê de girîng e lê nêzîkatiya hêzên navneteweyî û dewleta Tirk bi tevahî siyasî ye. Lewma divê gelê Kurd jî bi temamî xwedî helwesteke siyasî be. Her kes dizane ku dema birêz Ocalan diaxive li gor ruhê serdemê bertekek nîşan dide û bergeha dîrokê diguherîne.

Yagizay bal kişand ku tecrîda 3 salên dawî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi tevahî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk û desthilatdariya heyî tê meşandin û wiha dewam kir: "Lê belê em bawer dikin ku eger Birêz Ocalan ji bo tevkariya çareseriya pirsgirêka Kurd û lîstina rola xwe, xwedî derfet be wê niha atmosfera siyasî hîn cudatir bûya’’.

Fayîk Yagizay diyar kir ku gelê Kurd ne şer, çareseriya demokratîk dixwaze û got: "Ji bo ku Birêz Ocalan biaxive û rola xwe bîne cih, her kesê ku çareseriya siyasî û demokratîk a vê pirsgirêkê bixwaze û hemû gelê Kurd divê hêz bidin vê pêngavê’’.