Ji bo azadiya Zeynep Celaliyan li Stockholmê çalakî hat lidarxistin

Li Stockholmê bi pêşengiya rêxistin û saziyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya aktîvîsta jin a Kurd Zeynep Celaliyan a li Îranê girtî ye çalakiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Swêd Stockholmê bi pêşengiya rêxistin û saziyên Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya aktîvîsta jin a Kurd Zeynep Celaliyan a 16 sal in li Îranê girtî ye çalakiyek hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û dostên wan tev li çalakiya bi pêşengiya KJAR-KODAR’ê ya ku li qada Sergels Torgetê bûn. Di çalakiyê de wêneyê Zeynep Celaliyan û alên KJAR û KODAR’ê hatin hildan.

Kurdan û dostên wan di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û ”Azadî ji bo girtîyên siyasî” berz kirin. Hunermendê Swêdî Albert Jansson jî bi stranek xwe piştevaniya çalakiyê kir.

Di çalakiyê de daxuyaniya bi zimanê Îngilîzî hat xwendin. Di daxuyaniyê de li ser rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên Îranê de tên ragirtin agahî hat dayîn. Di daxuyaniyê hate diyar kirin ku Zeynep Celaliyan demek dirêje di girtîgehê de ye û tu agahî jê nayê girtin. Bi domdarî wiha hate gotin: “Rewşa tenduristiya Celaliyan xerab e û dewleta Îranê jî têkildarî vê rewşê tu gav neavêtiye. Dewleta Îranê bi girtina kesayetên siyasî dixwaze gelê Kurd bitirsîne û ceza bike. Girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan teslîmî zilmê nebû û li dijî zilmê li ber xwe da. Ji bo vê jî dixwazin hem li ser wê û hem jî li ser malbata wê zextê bikin û dîl bigirin. Bi vî awayî hem wê û hem jî malbata wê ceza dike.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.