Li Stockholmê darvekirina girtiyên siyasî hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Stockholmê bi pêşengtiya rêxistina PJAK û KJAR yên li Ewropa, darvekirinên çalakgerên siyasî yên li Îranê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Stockholmê ji bo şermezarkirina darvekirinên çalakgerên siyasî yên Kurd, bi taybetî Heyder Qurbanî yê ji bajarê Kamyaran ku ji sala 2016'an û vir ve girtî bû û di 19'ê Kanûnê li girtîgeha Sine bêy ku malbata wî were haydarkirin û bi awayek veşartî hatibû darvekirin, çalakiyek lidarxistin.

Çalakî danê êvarê saet 17:00'an li kolana here qelebalix a Drotningatan a li navenda bajarê Stockholmê pêk hat.

Çalakvanan li wir wêneyên Heyder Qurbanî, alên PJAK, KJAR û pankartên ku li ser qala kiryarên hovane yên Îranê dihat kirin hatin hildan. Her wiha dirûşmeyên weke “Îran, destê xwe ji xwîna Kurdan bikşîne”, “Bimre terora îran” û “Îdam sûcek dijmirovî ye” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate gotin: “Îran a ku ji bo darvekirina girtiyên siyasî  her carê qilif û hêcetekê dibîne, bêyî ku tu mafên navnetewî bigre ber çavan pêk tîne. Bi taybet bêdengiya Ewropa û raya giştî ya li hemberî wan kiryarên hovane û dije mirovî, hêzê dide Îranê. Heke helwesteke berbiçav a cîhanê hebe, bê guman wê Îran jî nikaribe wisa bi hêsanî çalakgerên siyasî darvebike.”