NÛ BÛ

Pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Netweyî dewam dikin: PKK mîrateya berxwedanê hişt

Kurdistanî û dostên wan li Swêd, Norweç û Elmanyayê, 47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bi bernameyên siyasî û çandî pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hate destnîşankirin ku PKK mîrateya berxwedanê ji gelê Kurd re hiştiye.

Li bajarên cuda yên Ewropayê, pîrozbahiyên 47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî bi tevlîbûna girseyî û coş hate pîrozkirin.

STOCKHOLM

Li paytexta Swêd Stockholmê, bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî, pîrozbahiyek hate lidarxistin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.  Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd tê wateya “ji nû ve zayîn û mîladê.” Her wiha ev roj li dost û mirovahiyê pîroz kir.

Hevseroka KNK’ê Zeynep Muradî jî peyamek parve kir û got, “Bi fikr û felsefa Serokatî, berxwedanek bê hempa, têkoşîn û xwîna keç û xortên xwe em gihiştin van rojan.”

Li ser navê Rêxistina Jinan Ayşe Dîdar peyamek parve kir. Di peyama xwe de giringiya rojê û şoreşa jina Kurd ku bi saya fikir û paradîgma Serok Apo derkete holê, çawa bûye serbilindiya Jina Kurd anî ziman.

Her wiha li ser navê PKAN, PJAK’ê axaftin hatin kirin û peyamên Asurî û Suryaniyan hatin xwendin.

Hunermend Evîn Akbaş, Dilşad Hewlêrî, Binefş Cizirî, Mesut Med, Agit Yetiz, bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê û govend hatin gerandin.

Şev bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

OSLO

47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî li paytexta Norwec Osloyê, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê û bi dirûşmeya “Şahiya Hebûn û Azadiyê” hat pîrozkirin.  Şahî li salona Skedsmokorsetê hat lidarxistin û bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî bûn.

Şahî ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Posterên Rêber Apo û şehîdan û pankarta “Şahiya Hebûn û Azadiyê” li salonê hatin daleqandin. Kurdistaniyên ku ji bajarên cuda yê Norwecê hatin, di tevahiya pîrozbahiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd Namirin” berzkirin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin.

Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan ku ji ber hevdîtinên dîplomatîk li Norweçê ye, silavên Rêber Apo ji gel re ragihand û bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.

Nûnerê PYD’ê yê Skandinavya Adar Ehmed jî axivî û wateya şevê û girîngiya ve ya ji bo Rojava anî ser ziman.

Di pîrozbahiyê de bernameya çandî pir dewlemend bû. Koma foklorê ya zarokan Koma Kulîlkên Kurdistan a ji bajarê Fredrikstad ê Norwecê, hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunermend Dilo Doxan, Ferzad Mehdî Nîa, Welat Kobanê û Cîger jî stranên xwe gotin û beşdaran li ber stranan govendê gerandin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, bi wesîleya 47’emîn salvegera 27’ê Mijdarê Cejna Berxwedana Neteweyî pîrozbahî hate lidarxistin. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahiya ku li salona dawetê ya Phonixê hate lidarxistin, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistan û cîhanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Salon bi wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Dr. Îdrîs Baluken di pîrozbahiyê de axîvî û bal kişand ser xebatên muzakereyê ku Tevgera Azadiya Kurd bi qebûlkirina Rêber Apo wekî muxatabê yekane dimeşîne. Baluken diyar kir ku piştî muzakereyan li şûna şer qala aştiyê tê kirin û anî ser ziman ku gelê Kurd her tim alîgirê aştî û demokrasiyê ye. Baluken diyar kir ku PKK mîrateyeke berxwedanê ji gelê Kurd re hiştiye û wiha got, “Divê dewletê jî li hemberî gavên ku aliyê Kurd avêtiye, gavan biavêje.”

Yavuz Fersoglu ku di nava şandeya ku rojên derbasbûyî serdana Rojava kir de cih girt, çavdêriyên xwe yên derbarê serdanê de parve kir. Fersoglu wiha got, “Şoreşa Rojava ji bo hemû şoreşên cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Li wê derê her kes di xizmeta şoreşê de ye. Em bi çalakiyên ku li vir lidar dixin, dikarin bibin dengê Rojava.”

Piştî axaftinan, hunermend Berfîn Mamedova, Bengî Agirî, Ciwan Çewlîg, Hêvî Çiya, Mem û Zînê Botanî, Govenda Sîpan Amara û Koroya Zarokan a Hamburgê derketin ser dîkê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi coş dawî bû.