Li Sîdneyê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin
Li bajarê Sîdney a Awûstralyayê cejna berxwedan û vejînê Newrozê bi coş hat pîrozkirin.
Li bajarê Sîdney a Awûstralyayê cejna berxwedan û vejînê Newrozê bi coş hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ya Sydneyê ve hat lidarxistin de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên Awûstralyayî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Parlamenterê Partiya Keskan Davîd Schoebrîdge di axaftina xwe ya pîrozbahiyê de bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên hovane yên li dijî Kurdan da û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku weke "Mandelayê Rojhilata Navîn" bi nav kir, daxwaza azadiyê kir.
Parlamentera Keskan ku bang li dewleta Tirk kir ku careke din bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnên û got, Newroz di dema herî tarî de jî hêviyek e.
Hevserokên DKTM’ê Guler Rose û Bîrhat Bêrîtan gotin, “Em ê Newrozê bikin azadiya me hemûyan. Azadiya me hemûyan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye."
Di pîrozbahiyê de Koma folklorê ya Rojava "Ciwanên Azad", hunermend Sîpan Xelat, Xanemîr û Roj derketin ser dikê. Pîrozbahî bi govendê bi dawî bû.