Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dostên Kurdan li gelek navendên cîhanê, çalakiyên “Rojên Xwendina Pirstûkên Abdullah Ocalan” li dar xistin. Di çalakiyan de beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, fikrên wî hatin nîqaşkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.
Bi boneya 10’ê Kanûnê “Roja Pirtûkên Abdullah Ocalan” ku li seranserê cîhanê hatiye ragihandin, li gelek navendan di serî de li Elmanya, Fransa û Îtalyayê çalakî hatin lidarxistin û parçeyên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
ÎTALYA
Li gelek navendên Îtalyayê li ser mijarê parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de beşên ji parêznameyan hatin xwendin û nîqaş hatin kirin.
ROMA
BOLOGNA
PALERMO
PARMA
TORÎNO
ALMANYA
BERLÎN
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hildesheîmê bi heman armancê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de beşên ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Elmanî û Kurdî hatin xwendin û suhbet hatin kirin.
FRANKFÛRT
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bi beşdariya parêzer Mîlan Martîn derbarê berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de panel hat lidarxistin. Piştî panelê ji parêznameyên Abdullah Ocalan beşên têkîdarî AÎHM’ê hatin xwendin.
DARMSTADT
Li Darmstadtê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Roza, parçeyên ji Pirtûka 5’an a Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di çalakiyê de hat diyarkirin ku wê êdî çalakiyên bi vî rengî her meh bêne lidarxistin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbrucken DKTM’ê ji aliyê TJK-E’ê ve roja xwendinê hat lidarxistin û beşek ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin.
WÛPPERTAL
FRANSA
PARÎS
Li Parîsê bi beşdariya komek akademîsyen, xwendekar û welatparêzan li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya, parçeyên ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Zanyarê siyasetê Nîls Andersson, endama Jineolojiyê Sarah Marcha û enternasyonalîst beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de parêznameyên Abdullah Ocalan bi Fransî hatin xwendin û bi qasî 3 saetan nîqaş hatin kirin.
REÎMS
SWÊD
STOCKHOLM
Li bajarê Stockholm ê Swêdê bi sernavê “Bi Ocalan re Diyalog” çalakiya xwendinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de nîqaş hatin kirin û Komîteya Rojava derbarê parêznameyên Abdullah Ocalan ku li Swêdê bên çapkirin, agahî da.
BELÇÎKA
BRUKSEL