Li ser tecrîdê dosyayek radestî Konseya Ewropayê hate kirin

Çalakiya Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' ya li ber Konseya Ewropayê du hefte li pey xwe hişt. Çalakgeran dosyayek li ser tecrîdê radestî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Michael Neurauter kirin.

Çalakiya ku Însiyatîfa 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' di 1'ê Kanûnê de di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' hate destpêkirin, du hefte li pey xwe hişt.

Çalakî bi dirûşma "Azadî wê bi ser bikeve; ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê" pêk tê û bi rêya vê çalakiyê tê xwestin, dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê anîn û azadiya Ocalan bê misogerkirin.

Çalakiya ku li ber Konseya Ewropayê dewam dike, her roj ji aliyê siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê, saziyên jin û ciwanan, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê ve tê meşandin.

Di roja dawî ya hefteyê de endamên Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên li Hollandayê (DEM-NED) û Federasyona Navendên Civaka Demokratîk ên Kurdistaniyên li Belçîkayê (NAV-BEL) ve dewr hate wergirtin.

Hevserokê NAV-BEL'ê Davût Keskîn bi navê komê daxuyanî da. Keskîn diyar kir ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û komkujiyên li dijî gelê Kurd zêde dibin û got, Kurd di pêvajoyeke awarte de ne.

Keskîn diyar kir ku dewleta Tirk sûcê şer û mirovayetiyê dide ber çavê xwe, bi çekên kîmyewî êrişî gerîla û gelê sivîl dike.Keskîn bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî van sûcan şermezar kir.

Keskîn bal kişand ser vî tiştî ku şerê li Kurdistanê tevî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome û got “Dema tecrîd kûr dibe, şer jî zêde dibe.”

Keskîn diyar kir gelê Kurd bi berxwedana xwe heta niha gelek desthilatdarî hilweşandine û îro jî gelê Kurd wê bi berxwedana xwe rejîma faşîst a AKP û MHP’ê hilweşînin.

Koma çalakiyê dosyeya derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî teslîmî Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Mîchael Neûratûer kir.

Di dema hevdîtinê de peywirên Konseya Ewropayê hatin bibîrxistin û hate diyarkirin ku dewleta Tirk sûcê mirovayetiyê dike, peymanên ku îmze kirine û hiqûqa xwe ya navxweyî jî bin pê dike.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Mîchael Neûratûer diyar kir ku ew girîngiyê didin çalakiyên gelê Kurd û Îmralî di serî de ew binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê dişopînin.