Li Saarlandê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li eyaleta Saarlandê dijîn, bi boneya Cejna Berxwedana Neteweyî li Homburgê hatin cem hev.
Kurdên li eyaleta Saarlandê dijîn, bi boneya Cejna Berxwedana Neteweyî li Homburgê hatin cem hev.
Kurdên li eyaleta Saarlandê ya Elmanyayê dijîn, Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin pîroz kirin. Dostên Kurdan jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê dest pê kir. Piştre axivêr hatin ser dikê û li ser wate û girîngiya rojê axivîn. Axivêran girîngiya pêvajoya aştiya demokratîk, piştevaniya navbera gelan, têkoşîna azadiya jinan û rêxistinbûna civakî ya li diyasporayê destnîşan kirin; her wiha gotin ku divê têkoşîna rêxistinî ya li herêmê bê xurtkirin û beşdarbûna civakî bê zêdekirin.
Di beşa çandî ya çalakiyê de Hozan Sîpan, Xelat, Kewê û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Beşdaran li gel berhemên ku hunermendan gotin, demek dirêj govend gerandin û reng dan çalakiyê. Performansên ser dikê rastî eleqeyeke mezin a temaşevanan hat.
Di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bilind bûn. Pîrozbahî bi coşeke mezin heta derengiya şevê domiya.