Li Saarbruckenê tecrîd hate protestokirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakgerên ku li ber Europagalerîe ya navenda bajarê Saarbruckenê li hev civiyan, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di axaftinên çalakiyê de hat gotin ku ev 33 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û hat xwestin ku zextên li ser Konseya Ewropayê û Komîteya Şopandina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê bên zêdekirin.
Di çalakiyê de greva birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê hatine destpêkirin hate silavkirin.