Li Rotterdamê meş û mîtînga 8’ê Adarê

Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê û Komîteya 8'ê Adarê ya Rotterdam di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meş û mîtîng li dar xist.

Tevgera Jinên Kurd a Hollandayê û Komîteya 8'ê Adarê ya Rotterdam di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de meş û mîtîng li dar xist. Di meşê de gelek jinên ji welatên cuda beşdar bûn. Meşa jinan li ber îstasyona Rotterdam a Centraalê dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî“ hatin berzkirin.

Jinên ku heta qada Grotekerkpleinê meşiyan, li vê qadê mîtîng li dar xistin. Di mîtîngê de li ser navê rêxistinên jinan axaftin hatin kirin û di axaftinan de di aliyê mafê jinan de welatê Hollanda hate rexnekirin.

Li qadê daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Di dîrokê de jinan li dijî her cure bêdengî, aşitî, serdestî, kuştin û rûbirûbûna tundiyê li ber xwe daye. Di serdema modernîteya kapîtalîst de koletî, îstîsmar û şîdet kûrtir bû. Li her derê civak, xweza, azadî, wekhevî, dîrok û çand di bin êrîşa madî û manewî de ye. Di sedsala 21’an de li dijî baviksalarî, zayendîperestî, faşîzm, mîlîtarîzm û îdeolojiyên kevneperest, berxwedana birêxistinkirî ya jinan a cîhanê bilind bûye. Îro jin di gelek tevgerên civakî de pêşeng e. Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) em di têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm, qirkirin û mêtîngeriyê de bi rêxistinbûna xweser, xweparastin, hişmendiya azadiyê û sîstema demokratîk a şoreşger bawer dikin. Rêberê me Abdullah Ocalan, li hemberî mantiqê pergala baviksalarî ya 'Destpêkê li jinan bixin' dibêje 'Destpêkê jinan azad bikin'.“

Di mîtîngê de bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan hate şermezarkirin.

Di mîtîngê de koma muzîkê ya Kurdî derket li ser dikê û jinê li qadê coşandin.

Mîtîng bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.