Li Romayê Newroz hate pîrozkirin
Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye, Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin.
Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye, Kurdan û dostên wan Newroz pîroz kirin.
Pîrozbahiya Newrozê li baxçeyê Navenda Çandê ya Araratê hate kirin û bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn.
Pîrozbahî roja Yekşemê êvarî hate kirin. Nûner û endamên gelek saziyên sivîl ên civakî jî tevlî pîrozbahiyê bûn.
Di axaftinan de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
Pîrozbahî bi govendên dora agirê Newrozê heta derengê şevê domiya.