Kampanya îmzeyan a ji bo navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin li hemû bajarên Qibrisê berdewam dike.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê ji bo kampanyaya ku li Lîmasolê hatiye destpêkirin li Ayianapa, Lefkosia û Paphosê bi şev û roj dixebitin. Endamên meclîsê yên ku bi fedakarî beşdarî kampanyayê bûn, li kolan, mal, esnaf û înşaatê ji bo îmzeyan kom bikin digerin.
Endamê Meclîsa Gelê Kurd Aydin Îlker, der barê kampanyayê de agahî da û got: “Divê tu Kurdekî birûmet vê lekeyê qebûl neke. PKK yekane hêza parastina gelê Kurd e. Hembêzkirina vê tevgera ku bi îdeolojiya Rêber APO hatiye afirandin, navê jiyana mirovahî û azad e. Divê her kesê ku ji bo jiyaneke bi rûmet têdikoşe, beşdarî vê xebatê bibin."
Îlker anî ziman ku ew ê 60 hezar îmzeyên ku armanc dikin di demek herî nêz de kom bikin.