Li Qibrisê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
Di meşa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Nîcosîa hat lidarxistin de hate gotin, “Heya Rêber Apo azad dibe nefes girtin ji me re heram e.”
Di meşa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Nîcosîa hat lidarxistin de hate gotin, “Heya Rêber Apo azad dibe nefes girtin ji me re heram e.”
Li deriyê sînor ya Lîder palas a bajarê Nîcosîa ya Qibrisê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Gelê Kurd û dostên wê yên Qibrisî eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê dan.
Danê siharê stand hat danîn û têkildarê azadiya Abdullah Ocalan bi hezaran belavok hatin belavkirin.
Piştre girseya gel kom. Li wir ji bo giyanê şehîdên ku di têkoşîna şoreşa Kurdistanê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê girse ber bi deriyê sînor yê Qibrisa Bakur dest bi meşê kir.
Di meşê de bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Seok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan”, “Ji Ocalan re azadî”, “Ji Îmraliyê re hezar silav” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.
Di daxuyaniya ku li wir hat dayin de ev peyam hate dayin, “Êdî sebra me diqede. Heya Serok Apo azad dibe emê li qadan bin. Serok Apo xeta me ya sor e. Yên dest li wê xetê didin bila vê yekê baş bizanibin ku wê di nava xwîna xwe de bifetise. Heya Rêber Apo azad dibe nefes girtin ji me re heram e.”