Li Parlementoya Melboûrnê pîrozbahiya Newrozê
Li bajarê Awûstralya Melboûrnê Kurdistanî û dostên wê ji 20’ê Adarê heya niha Newroz pîroz dikin, îro jî li bajarê Melboûrnê resepsiyonek dan.
Li bajarê Awûstralya Melboûrnê Kurdistanî û dostên wê ji 20’ê Adarê heya niha Newroz pîroz dikin, îro jî li bajarê Melboûrnê resepsiyonek dan.
Kurdistanî û dostên wê ku ji 20’ê Adarê ve li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê Newroza xwe pîroz dikin, îro jî bi pêşengiya senatorê Partiya Karker Enver Erdogan û bi piştgiriya Parlamentera Tamîlî ya ji Partiya Keskan Samantha Ratnam li Parlementoya Melboûrnê resepsiyonek dan.
Senator Enver Erdoganê ku malovanî ji resepsiyona ku di saet 18:00’an da destpêkir re kir got: “Newroz hatina biharê ya li nîvkureya bakur temsîl dike. Gelên din jî Newrozê pîroz dikin, lê ji bo Kurdan cejna aştî û azadiyê ye.”
Piştre Ratnam Newroza gelê Kurd pîroz kir û got, “Ez Kurdan fêm dikim; ji ber ku Tamîlî jî li dijî dewleta Srî Lankayê ji bo azadiyê şer dikin. Em ê bi Enver Erdogan re di meclîsê de bibin dengê Kurdan.”
Piştre ji Meclîsa Jinên Kurd Oznûr Akbaş mafê axaftinê girt. Akbaş got, “Ji dîrokê heta îro Newroz her tim weke roja têkoşînê hatiye pîrozkirin. Ji Dehaq heta Erdogan, zaliman tenê nav guhertine, lê Kurdan her tim li dijî dîktatoran şer kirine.”
Çalakî bi gerandina govendê ya keçan bi dawî bû.