Li Parîsê sê jinên şoreşger hatin bîranin

Li Parîsê sê jinên şoreşger ên di komkujiya Parisê de hatin qetilkirin, bi meresimekê hatin bîranin.

Di 9’ê Çileya sala 2013’de sê jinên Şoreşger Sakine Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan li Parîsê hatin qetilkirin. Li ser komkujiyê re 8 sal derbas bûn. Bi vê boneyê hersê jinên şoreşger li Parîsê bi meresimekê hatin bîranîn.

Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Ahmed Kaya bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan hate lidarxistin. Di bîranînê de di şexê şehîd Anter Dêrsim, Aydin Gunay û Garîbe Gezer ji bo tevahiya şehîdên Kurdistanê kêliyek rêzgirtin hate girtin.

‘XWEDÎ RUHEKÎ FEDAÎ BÛ‘

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinan a Ewropa û Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Di bîranînê de rêhevalê şehîd Anter Dêrsim axaftinek kir û diyar kir ku hevalê Enter di girtîgehê de rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û wiha got: “Rûyê faşîzmê ji nêz ve dît û hêrsa wî ya li dijî dijmîn mezintir bû. Heval Anter xwedî ruhekî fedaî bû. Li Ewropa û gelek qadan xebata meşand. Baweriya wî ya azadiyê timî zindî bû. Di têkoşîna li Rojava de rolek wî yê mezin hebû. Li wir hemû gelan rêzek mezin dida heval Anter. Ji ber wê yekê şehîdên me pêşengên me ne.“

‘EM Ê TÊKOŞÎNA WAN BILIND BIKIN‘

Li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan jî axivî û got: “Em jiyana şehîdan ji xwe re mînak digrin. Em ê weke Komîteya Malbatên Şehîdan soza bilind kirin têkoşîna wan didin.“

Bîranîn bi sînevziyona ku jiyana sê şehîdan vedibêje bi dawî bû.