Li Parîsê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê hat silavkirin

Li paytexta Fransa Parîsê salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê bi coş hate pîrozkirin.

Bi sedan Kurdistanî li salona Venus a li paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev û salon bi alên PKK'ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên Kurdistanê hate xemilandin. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurd deqeyek rêz hate girtin û salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê hate silavkirin.

Şahîn Polat li ser navê CDK-F'ê axivî û got: ‘Abdullah Ocalan û PKK bûn sedema vejîna gelê Gelê Kurd ku tune dihat hesibandin.

Di pîrozbahiyê de hunermendên wekî Farqîn Azad, Menal, Silbûs û Tarî û Hozan Maruf cih girtin û bi stranên Kurdî govend hat gerandin.