Li Parîsê hejmara şehîdan derket 3’yan

Di êrîşa çekdarî ya li dijî Komeleya Çanda Kurd a li paytexta Fransa Parîsê de hejmara kesên ku şehîd bûn derket 3’yan. Gelê Kurd çûn pêşiya komeleyê. Wezîrê Karên Hundir jî ragihand ku ew ê biçin cihê bûyerê.

Li Parîsê danê nîvro li dijî komeleya Kurdan êrîşeke çekdarî pêk hat. Çekdarekî ku hat pêşiya komeleyê li kolana Engîen a taxa Saînt Denisê gule li endamên komeleyê reşandin.

Li gorî şahidan, kesek bi wesayitekê hat kolana ku komele lê ye û li komeleyê gule reşand. Hate hînbûn ku êrîşkar destpêkê gule li endamên komeleyê reşandine, piştre jî gule berda restoranta Kurdan û kûaforek li heman kolanê reşandiye.

Li gorî bîlançoya nû ya ku çavkaniyên polîs û nexweşxaneyê dane, di êrîşê de 3 kes şehîd bûne û 3 kes jî birîndar bûne. Di daxuyaniya berê de hatibû gotin ku 2 şehîd û 4 birîndar hene.

Polîsan diyar kirin ku kesê ku hatiye girtin 69 salî ye, lê nasnameya wî nehate eşkerekirin.

Piştî êrîşê gelê Kurd çûn kolana ku komele lê bû. Dorpêça ji aliyê polîsan ve li derdora komeleyê hatiye avakirin didome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev êrîş beriya salvegera 10'emîn a qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger pêk hat, ku 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatibûn qetilkirin.

WEZÎRÊ KARÊN HUNDIR DIÇE CIHÊ BÛYERÊ

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanin dema serdana qereqola polîsan a li Tourcoingê kir, diyar kir ku ew ê biçin cihê bûyerê li Parîsê.

Wezîrê Karên Hundir Darmanin ji BFM TV re axivî û got ku ew ê biçe Parîsê. Darmanin li ser Twitterê wiha got: "Piştî êrîşa dramatîk ku vê sibê pêk hat, ez vedigerim Parîsê û diçim cihê bûyerê."

Wezîr Darmanin ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

Serokê Şaredariya 10’emîn ê Parîsê Alexandra Corbedar ku komele lê ye, got "Navenda Civaka Kurd, restorant û kûaforek hatiye gulebarankirin" û diyar kir ku wan hucreyeke lezgîn a tibî-psîkolojîk ava kirine.

Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hîdalgo jî da zanîn ku li 10’emîn Şaredariya Parîsê hucreyeke psîkolojîk hatiye avakirin.