Li Parîsê Cejna Berxwedana Neteweyî hate pîrozkirin
Bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî, li banliyoya Melun a Parîsê pîrozbahî hate lidarxistin.
Bi wesîleya 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî, li banliyoya Melun a Parîsê pîrozbahî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan, 47’emîn salvegera Cejna Berxwedana Neteweyî, bi hêvî û coş pîrozkirin.
Li banliyoya Melun a Parîsê, Cejna Berxwedana Neteweyî, bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyona li ser dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê hate pêşandan. Piştre Koraya Zarokan a Melunê derketin ser dîkê.
Peyama Rêber Apo ya ji bo meşa Kolnê ya di 8’ê Mijdara 2025’an de hate xwendin.
Hunermend Arhat, Nûarîn û Arî Bîlal Poyraz bi stranên xwe reng dan pîrozbahiyê û govend hatin gerandin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.