Li Parîsê belgefîlma ‘Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd‘

Li Parîsê belgefîlma ‘Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd‘ hate nîşan dan.

Di çarçoveya çalakiyên 10’ê Kanûnê Roja Azadiya Abdullah Ocalan li Parîsê belgefîlma ‘Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd‘ hate nîşan dan. Belgefîlm bi eleqeyek mezin hate temaşekirin.

Piştî nîşan dana belgefîlmê bi tevlîbûna derhênerê belgefîlmê Lûîs Mîranda û Nîvîskarê Fransî Nîls Andersson panelek hate lidarxistin.

Di panelê de derhênerê belgefîlmê Lûîs Mîranda axivî û diyar kir ku ligel ku gelek caran belgefîlm tê temaşekirin, lê her gava ku tê temaşekirin jî pirsgirêka Kurd ji nûve tê reşkirin û destpêkirin. Mîranda da zanîn ku biya min pirsgirêka Kurd cardin ji nûve derketiye û got: “Her demê şerekî dijwar destpêkiriye û piştre hinek hevdîtin pêktên û hêviyên aştiyê çêdibe. Pêvajo digihiştiye cihekê, lê di wê demê şer dest pê dike.“

'HER KU DIÇE ABDULLAH OCALAN BI HÊZ DIBE‘

Mîranda destnîşan kir ku berî demek nêz ew ji Başûrê Kurdistanê hatiye û got: “Li Başûrê Kurdistanê krîzek giran heye, mirov birçî ne û ji bo debariya jiyanê gelek zehmetiyan dikêşin. Xîzanî di asta herî jor de ye. Berî çend rojan rojnamevanekî li ser mal û milkê mala Barzanî nûçeyek serwîs kir. Ez dixwazim bibêjim li Başûr pirsgirêka Serokatiyê heye. Li cihekî ewqas dewlemendî hene, ewqas pirsgirêkên kûr tên jiyîn. Li ber jorî serê wan Rojava heye, ligel hemû zehmetî û bê derfetiyan gelek tişt guherandin û jiyanek nû afirandin. Belê, ev cudahiya Abdullah Ocalan e. Ev tê xuyakirin ku fikrên Ocalan li wir şîn bûne. Difikirin ku bi dîl girtina Abdullah Ocalan, Ocalan û partiya wî têk bibin, lê ev ne gengaz bû. Berovajî vê yekê her ku çû Abdullah Ocalan bi hêz bû.“