Li Munchenê bîranîna Roboskî
Kurdistaniyên li Munchenê 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin bi bîr anîn û xwestin sûcdar bêne cezakirin.
Kurdistaniyên li Munchenê 34 kesên li Roboskî hatin qetilkirin bi bîr anîn û xwestin sûcdar bêne cezakirin.
34 kesên ku piraniya wan zarok bûn di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên şer li Roboskî hatin qetilkirin, hatin bîranîn. Bîranîn li Navenda Civaka Kurd a Munchenê hate lidarxistin.
Siyasetmedar Faysal Sariyildiz bi rêya Skype beşdarî bîranînê bû û diyar kir ku heta ev komkujî neyê ronîkirin sivîlbûyîn û demokratîkbûyîn nabe.
Bîranîn bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.