Li Moskowayê şehîdên Parîsê hatin bîranîn

Kurdistaniyên li Rûsyayê bi wesîleya salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê ku her sê jinên Kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, civînek bîranînê lidar xistin.

Kurdistaniyên li paytexta Rûsya Moskowayê, ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, civînek bîranînê lidar xistin.

Civîna bîranînê li avahiya Navenda Çanda Kurd bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Piştre Seroka Rêxistina Viyan Tara Qadir axivî û destnîşan kir ku, jinên Kurd ên têkoşer her tim bûne hedefa êrîşên dijmin û got, “Tevî ku 10 sal derbas bû jî hêj komkujî nehatiye ronîkirin.”

Piştre li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz sînevîzyonek hate nîşandan.