Li Montpellierê meşa 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' hate lidar xistin

Ciwanên Kurd li bajarê Montpellier ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Ciwanên ku li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Montpellîerê kom bûn, bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin.

Çalakgerên ku di gelek kolanên bajêr re derbas bûn gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "PKK’ê gel e gel li vir e" berz kirin.

Ciwanên ku alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd hilgirtin, li Qada Comedy dawî li çalakiya xwe anîn. 

Ciwanên Kurd li qadê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.