Li Marsîlyayê tecrîd hat protestokirin

Endamên TCŞ’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Marsîlayayê meşek li dar xistin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li navenda Belle de Maî ya bajarê Marsîlya yê Fransayê meşek li dar xistin. Ciwan li qadên kom bûn û bi berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” meşiyan.

Ciwanan di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û bê navber dirûşme berz kirin.