Li Marsîlyayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan mîtîng

Li bajarê Marsîlya bi sedan Kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev û çalakî li darxistin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev û çalakî li darxistin. Kurdistanî û dostên xwe di saet 13.00’an de li qada Canabîere hatin ba hev û heta qada Vîeux Portê meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatine amade kirin hatin belavkirin û heta dawiya meşê dirûşmên Fransî ê “Ji bo Ocalan azadî“ hatin berzkirin. Di meşê de pankartên “Divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya fîzîkî pêk bê“, “Bijî Rêberê Gelan Ocalan“, “Ji Kurdistanê re statu“ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Kurdistaniyên ji Montpellîer û Dragûnyan hatine, cihê xwe di meşê de girtin.

Piştî meş gihişte qada Vîeux Portê veguheriya mîtinê. Di mîtîngê de ji bo Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hate girtin û belavok hatin belavkirin. Mîtîng bi axaftinan berdewam kir û bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Çalakiya kom kirin îmzeyan ya bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” jî bi dawî bû.