Li Marsîlyayê çalakiya konvedanê wê bi meşekê dawî bibe
Li bajarê Marsîlya bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin, berdewam dike. Çalakî wê sibe bi meşekî girseyî dawî bibe.
Li bajarê Marsîlya bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” çalakiya konvedanê hatibû destpêkirin, berdewam dike. Çalakî wê sibe bi meşekî girseyî dawî bibe.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” çalakiya konvedanê ji 4’ê Kanûnê ve berdewam dike. Çalakî wê sibe bi meşekî girseyî dawî bibe.
Çalakî her hefte di saet 11.00’an de li qada Vîeux Port tê dest pê dike û heta saet 17.00’an berdewam dike. Di çarçoveya çalakiyê de îro belavok hatin belavkirin û bi sedan îmze hatin komkirin. Her wiha ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat hatin meşandin û pirtûkxaneya Abdullah Ocalan jî dan nasîn.
Çalakgeran bang li raya giştî kir ku herkes tevlî meşa bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî“ bibin, kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kurdistanî û dostên xwe wê sibe di saet 13.00’an de li qada Canabîere werin ba hev û heta qada Vîeux Portê bimeşin.