Li Marsîlyayê bibîranîna şehîdên Roboskî, Parîs û Zapê

Ji bo 34 kesên 11 sal berê li Roboskiyê hatin qetilkirin, 11 Gerîlayên Azadiyê yên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer ku li Parîsê hatin qetilkirin, li Marsîlyayê merasîma bibîranîna hat lidarxistin.

Ji bo 11 Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê de şehîd bûn, 34 şehîdên Roboskiyê ku 11 sal berê bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatin qetilkirin û Evîn Goyî (Emîne Kara), Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku li Parîsê hatin qetilkirin, bi tevlêbûna gelek kesan li bajarê Marsîlya yê Fransayê merasîma bibîranînê hat lidarxistin.

Merasîma bibîranînê ku bi rêzgirtinê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Marsîlyayê (DKTM) dest pê kir, bi temaşekirina sînevîzyonê û axaftinan dewam kir.

Di axaftina li ser navê malbatên şehîdan hatin kirin de ev tişt hatin diyarkirin: “Berpirsan dernaxin holê, kes rastiyê eşkere neke, ser dosyeyan tê girtin, qewil di ser wan re dibuhure. Yên didin pey van doz û rastiyan, tên qetilkirin, revandin, destgîrkirin, girtin û tirsandin. Bi hezaran mînak hene. Ji destpêkê ve hewila girtina ser Qetlîama Roboskiyê tê dayîn. Bêyî rûbirûbûyîna bi rastiyê re, bêyî dayîna hesab pêşeroj ava nabe. Tu car qewil bi ser qetlîamê nakeve. Esasê yên ku em dijîn; dewlet, cezanekirin, şer û nebûyîna edaletê ye. Qewil di ser tu qetlîamê re nabuhure. Heta Roboskî neyê ronîkirin, bûyerên qewimîne bi eşkerehî ji gel re neyên gotin, wê siyaseta welat de siviî û demokratîkbûn çênebin. Roboskî, ezmûna dewlet û deshilatdariyê ye. Rêya aştî û edaletê li ser vê axê, wê destpêkê di Roboskiyê re bibuhure. Roboskî, şerma vê axê, birîna bi xwîn û gera li edaletê ye. Qetlîama Roboskiyê, qetîlkirina 11 gerîlayan bi çekên kîmyewî, aliyê heri berbiçav ê polîtîkayên qetlîamê yên dewleta dagirker e. Em li ku bin jî, em ê li dijî polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê li ber xwe bidin, li doz û şehîden xwe xwedî derbikevin.”

Bibîranîn, bi axaftinan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.