Li Marsîlyayê bi hezaran kes ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd meşiyan

Bi hezaran kes li bajarê Marsîlya ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Çalakvanên ku ji Canebîereya dîrokî heta ber nûnertiya Parlementoya Ewropayê meşiyan, alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin.

Di meşê de dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” hat berzkirin. Bi hezaran kesên ku tevî sarmaya zêde jî meşiyan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.