Beşdarvanên panelê, aliyên cuda yên tundiya li ser jinan nîqaş kirin, tecrûbe û nêrînên xwe parve kirin.
Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Done Guzel bal kişand ser girîngiya 25’ê Mijdarê û diyar kir ku li seranserê cîhanê jin bi awayekî sîstematîk bi tundiyê re rû bi rû dimînin.
Done Guzel piştre ev yek anîn ziman: ‘’Li seranserê cîhanê jin bi taciz, destdirêjî û komkujiyan re rû bi rû ne. Êrîşên pergala serweriya mêran roj bi roj zêde dibin. Jin li malê, kolanan, cihê kar û li her derê bi rojane bi van êrîşan re rû bi rû dimînin.’’
Done Guzel diyar kir ku jin bes ne bi tundiya fîzîkî re di heman demê de bi tundiya tundiya psîkolojîk, zayendî, aborî û dijîtal re rû bi rû dimînin û got ku çareserî bi têkoşîna hevpar pêkan e.
Done Guzel di dewama axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Têkoşîna li dijî tundiyê, girêdayî birêxistinbûna jinan a hevpar e. Bi jiyana kolektîf pêkan e. Ger em qadên xwe yên birêxistinkirî mezin bikin, têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, em ê encamê bi dest bixin. Em ê bi xwe biryarê bidin ku em daxwaza cîhaneke çawa dikin û wisa tev bigerin û ya herî girîng jî ew e ku em ê dev ji azadiyê bernedin.’’
Done Guzel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku afirandina kesên azad jî girêdayî veguherîneke civakî ye û got: ‘’Ger em bixwazin jin û mêrên azad biafirînin, weke Rêbertiya me anî ziman divê em bibin kesên sosyalîst û di jiyana sosyalît û komunal de israr bikin.’’
Panel, piştî nirxandinên jinan û nîqaşên hevpar bi dawî bû.