Li Manchesterê posterekî mezin ê Ocalan hate daliqandin

Li bajarê Manchesterê yê Îngîltereyê li avahiyeke 10 katî posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

Li bajarê Manchesterê yê Îngîltereyê li avahiyeke 10 katî posterekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Dem dema azadiyê ye’ ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li bajarê Manchester ê Îngîltereyê li xaçerêk, avahî û rawestgehên otobusan afîşên Rêberê Gelê Kurd hatin daliqandin.

Li ser avahiyeke hemberî Stadyûma Manchesterê li ser bîlboardeke herî kêm 10 metre, afîşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate daliqandin. Herêma ku afîş lê hatiye daliqandin, yek ji xaçerêka herî girîng a Manchesterê ye.

Wê ev afîş hefteyekê li wir bimîne û li ser afîşê ev tişt hatiye nivîsandin “Di girtîgeheke Tirkan de gelo tu dikarî bi rojan di bin tecrîdê de, bimînî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8400 roj in di girtîgeheke giravê ya Tirk di hucreyekê de ye.”