Li Magdebûrgê ji bo Şehîdên Parîsê bîranîn

Bi bîranîna ji bo Şehîdên Parîsê hat lidarxistin de, wiha hat gotin: “Ji bo bîranîna Hevrê Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil divê em ji her demê zêdetir xwedî li têkoşînê derbikevin.”

Li bajarê Magdebûrg ê Elmanyayê ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin û Emîne Kara, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên 23’ê Kanûna 2022’an li Parîsê hatin qetilkirin, merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd hat organîzekirin. Destpêkê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê Fed-Kurdê Kerem Gok axivî û got ku divê ew hîn zêdetir xwedî li saziyên Kurdan derbikevin.

Hevseroka Fed-Kurdê Nîştiman Tarhan jî anî ziman ku ew ê ji bo ronîkirina Komkujiyên Parîsê, çi ji destê wan tê wê bikin.

Siyasetmedar Menders Canbek jî axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk di tevahiya dîroka xwe de, ji bo veşartina binketina xwe bi polîtîkayên qirêj komkujî kirine.

Canbek diyar kir ku tevî ku dewleta Tirk li Zap, Metîna û Avaşînê çekên kîmyewî yên qedexe bi kar tîne, li hemberî berxwedana gerîla nikare tu encam bigre û got ku gelê Kurd wê xwedî li Şervanên Azadiyê û şehîdên xwe derbikevin.

Li ser navê Tevgera Jinan Safiye Erol mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi komkujiya 9’ê Çileyê re hemû cîhanî têkoşîna tevgera jinan dît. Bi şehadeta Sara, Rojbîn û Ronahiyê, hemû dewletên kapîtalîst dît ku têkoşîna jinan li cîhanê belav bû. Lewma em ji bo bîranîna Hevrîn Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ji her demê zêdetir xwedî li têkoşînê derbikevin û geş bikin.”

Bîranîn bi xwendina peyama Mîr Perwer a ji bo malbata wî, bi dawî bû.