Li Lyonê Cejna Berxwedana Neteweyî hat pîrozkirin
Siyasetmedar Fesih Erdemircî di çalakiya li bajarê Lyon a Fransayê de axivî û damezrandina PKK’ê weke, “dîrokek ku veguheriye têkoşîna rizgariya enternasyonal a mirovahiyê” bi nav kir.
Siyasetmedar Fesih Erdemircî di çalakiya li bajarê Lyon a Fransayê de axivî û damezrandina PKK’ê weke, “dîrokek ku veguheriye têkoşîna rizgariya enternasyonal a mirovahiyê” bi nav kir.
Di civîna gel a li Komaleya Çanda Mezopotamyayê ya li bajarê Lyon a Fransayê hat lidarxistin de, salvegera 47’emîn a PKK’ê hat pîrozkirin. Beşdaran salvegerê bi coş pêşwazî kirin û siyasetmedar Fesih Erdemircî axivî.
Erdemîrcî di destpêka axaftina xwe de salvegera damezrandina PKK’ê li gelê Kurd, dostên ku têkoşîna demokrasiyê didin û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir. Erdemîrcî diyar kir ku dîroka damezrandina PKK’ê xwedî kevneşopiyeke têkoşînê ye ku bi ked û berdêlên giran hatiye pêçan û got ku ev dîrok bûye haveyna rizgariya mirovahiyê.
Erdemîrcî bal kişand ser pêwîstiya guherîn û veguherîna civakî û wiha got, “Divê bi hesasiyeta vê pêvajoyê, ji heftê heta heftê salî di derxistina qanûnên guherîn û veguherînên demokratîk de israr bikin.
Erdemîrcî bilêv kir ku têkoşîna ku PKK’ê afirand, îro veguheriye têkoşîna rizgariya enternasyonal a mirovahiyê.
Di civînê de beşdaran jî mafê axaftinê girtin û fikarên xwe anîn ser ziman. Di nîqaşan de destnîşankirin ku ew ê bibin şopdarê pêvajoyê.
Civîn, piştî nîqaşan bi dawî bû.