Malbatên ku li bajarên Kurdistanê di erdheja navenda Mereşê de xizmên xwe winda kirin sersaxiyên xwe didomînin. Li Lûzernê ji bo malbata Doymaz ku di erdheja li gundê Axçelî yê Semsûrê de bi dehan ferdên malbatê jiyana xwe ji dest dan, şîn hat danîn.
Di sersaxiya li Navenda Civaka Kurd a Lûzernê de li ser navê malbatê Îsmet Doymaz axivî. Doymaz der barê rewşa Semsûrê de axivî û got: “Di sê rojên ewil de li ser navê dewletê tu alîkarî negihişt Semsûrê. Ji ber nasnameya Kurd û Elewî ya gelê herêmê bi rojan alîkarî nehat kirin. Alîkariya ewil Şaredariya Çinarê kir û li Mala Cemê aşxane danî. Me bi derfetên xwe yên kêm hewl da cenazeyên xizmên xwe ji binê kavilan de derxin. Me li vir kampanyek xur birêvebir.“
Li gelek navendên Swîsreyê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê-Swîsre û KOMAW’ê ve ji bo xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane şînê dane.
Cih û dîroka şînê wiha ye:
ZURÎH
25’ê Sibatê Şemî
Schützenmattestrasse 30, 8180 Bülach
LOZAN
25’ê Sibatê Şemî
Lozan Demokratik Kürt Toplum Merkezi
Rue de la Borde 12, 1002 Lusanne
BASEL
26’ê Sibatê Yekşem
Oristalstrasse 89, 4410 Liestal
SOLOTHURN
26’ê Sibatê Yekşem
Oscar Palace
Bahnhofstrasse 24, 4563 Gerlafingen
LOCARNO
26’ê Sibatê Yekşem
Ristorante Stella
via g. Mantegazza 5, 6600 Locarno