Li Lozanê çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan didome
Çalakiyên ku her Çarşem li bajarê Lozanê ji bo azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, vê hefteyê jî endamên Meclîsa Jinê ya Lajîn, berdewam kirin.
Çalakiyên ku her Çarşem li bajarê Lozanê ji bo azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, vê hefteyê jî endamên Meclîsa Jinê ya Lajîn, berdewam kirin.
Endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ji 25’ê Mijdara 2011’an û vir de li ber dêra St Laurent (Place du 15Juin) ji bo azadiya fîzikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standê vedikin. Çalakiya vê heftiyê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Lajîn ve hate vekirin. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.
Di çalakiyê de Endamên Meclîsa Jinê ya Lajîn, felsefe, fikir û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Swîsreyîan re vegotin û agahiyên çima divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, dan.
Her wiha di çalakiyê de ji bo navê PKK’ê ji lîsteya terorê were derxistin jî gelek îmze hatin komkirin.