Li Londrayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin
Li Londrayê bi amadekariya rêxistinên ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Li Londrayê bi amadekariya rêxistinên ciwanan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Tekoşer ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin.
Meşa ku ji ber avahiya Mala Gel a kevin ku di rêxistinbûyîna gelê Kurd ya li Îngîltereyê de xwedî girîngiyeke dîrokî ye destpê kir, heta ber Navenda Civaka Kurd a Harîngeyê dewam kir.
Di meşê de dirûşmeyên "Terorîst Erdogan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo" û "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de ku bala derdorê kişand, pirtûkên destan ên ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje jî hatin belavkirin.
Li ser navê tevgera ciwanên Londrayê Kawa Çekdar axivî û diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya rêberê xwe bi dest bixin wê tevgera ciwanan li qadan bin.
Ciwan piştî meşê tevlî merasîma bîranînê ya Anna Campbell a Brîtanyayî ya di dema dagirkirina Efrînê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin a li avahiya Navenda Civaka Kurd hat lidarxistin, bûn.