Li Londonê Jinên Xwendekar ên Kurdistanê îmze berhev kirin

Li Londonê ya ku paytexta Îngîltereyê ye bi pêşengiya çalakvanên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) ji bo ku PKK ji lîsteya qedexeyê were derxistin, di çarçoveya kampanyayê de îmze hatin berhevkirin.

JXK’ê panelek jî li dar xist û geşedanên li Kurdistanê nîqaş kirin. Di panelê de qala paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di têkoşîna şoreşger de û girîngiya wê hate kirin.

Jinên Ciwan gotin “Em qedexeya li ser PKK’ê ya ku 28 sal in didome, qebûl nakin û em diyar dikin heta ev qedexe were rakirin, em ê nesekinin. Wekî ku Rêber Apo gotiye ‘Heta ku jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Ji ber ku dijmin baş bi vî tiştî dizane, ji bo ku civakeke kole biafirîne û dixwaze îradeya jinê bişkîne. Lê em hay ji van polîtîkayên qirêj hene. Em diyar dikin heta ku Rêber Apo azad nebe, em ê jî nesekinin.”

Piştî panelê çalakvanên TCŞ û TekoJIN’ê ji bo Meşa Azadî ji Rêbertî re ya di 13’ê Adarê de bang kirin.