Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê ku komeleyên Kurd, Elewî, şoreşger, çep û herêmî di nav de ne, karên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê yên li Tirkiyeyê zêde kir.
Pêkhateyên koordînasyonê li gelek herêman bi dirûşma "Gel wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe" karên hilbijartinê dikin. Pêkhateyên koordînasyonê ragihandin ku wê piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk.
Di vê çarçoveyê de koordînasyonê bang li civakên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li bajarên din ên Brîtanyayê kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepk a Kesk. Li gelek deverên Londonê jî stand hatin danîn.
Koordînasyona hilbijartinê li 5 nuqteyên cuda yên li bakurê Londonê li standan belavok belav kir. Her wiha afîşên bi nivîsa "Gel wê bi ser bikeve, faşîzm wê têk biçe" daliqand.
Di vê navbeê de koordînasyona kesên ku dixwazin di ewlehiya dengdan û hilbijartinê de cih bigirin, qeyda wan dike.
Ji Koordînasyona Hilbijartinê ya Brîtanyayê Îbrahîm Avcîl li dijî rêveberiya yek şexsî ya dijminê hiqûq, edalet, demokrasiyê bang li gel kir ku dengê xwe bide hêzên ked û azadiyê.
Avcîl got, "Ji bo bidawîkirina sîstema faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo bicihanîna demokrasiya radîkal dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."
Hevseroka Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Dîlek Încedal, ji Meclîsa Gelê Kurd Dogan Genç, ji Navenda Çanda Elewiyan a Enfîeldê Fatma Yildirim Polat, ji Navenda Piştevaniyê ya Alxasiyan Olcay Has û Nûnerê Brîtanyayê yê Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewrropayê Fûat Yoldaş daxuyanî dan û diyar kirin ku divê dawî li rejîma zext û zilmê bê anîn, ev jî tenê bi kombûna li dora Partiya Çep a Kesk dibe. Lewma jî bang li hêzên şoreşger, sosyalîst, demokratîk û azadiyê kirin ku têkoşînê mezin bikin.
Koordînasyonê ragihand ku li Brîtanyayê tenê wê li 4 deveran sindoqên dengdanê bêne danîn û diyar kir ku 9 rojan wê hilbijêr karibin dengê xwe bidin.
Koordînasyonê ku li derveyî Londonê jî înîsiyatîf ava kiriye, wê karên xwe berfireh bike. Koordînasyon her wiha wê bi rêya qenalên medya dîjîtal karên agahdarkirinê û qeyda dilxwazan jî dewam bike.