Li Londonê bi hezaran kartpostalên 'Abdullah Ocalan' ji malan re hatin şandin

Ji bo işaret bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin, li paytext Londonê kartpostalên Noel û sala nû ji hezaran malan re hatin şandin.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê û pêkhateyên wê, li paytexta Îngilistan Londonê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kartpostalên Noelê û sala nû ji bi hezaran malan re şandin.

Bi rêya qertan ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd li ser bû, Noel hate pîrozkirin. Li ser qertan hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd zêdeyî 24 sal in li girtîgeheke li giravekê dîl tê girtin.

Di serî de komîsyonên jin û ciwanan, gelek aktîvîstên Kurd zêdeyî 20 hezar kartpostal belav kirin.