Li Liverpoolê Newroz bi coş hate pîrozkirin
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê, bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê, bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Liverpool ê Îngilistanê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd li Salona Olympia pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin û ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kes tevlî bûn.
Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan bi ser dika pîrozbahiyê ve hate kirin. Girseya gel jî alên PKK, YPG, YPJ, Kurdistanê û wêneyên Abdullah Ocalan hilda.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Newroz" û "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Mîraz Serhat di destpêka şahiyê de axivî û got, "Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn e, nîşaneya demokrasî û wekheviyê ye."
Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr û Berdevkê Komîteya Têkiliyên Derve ya PYD'ê Salih Muslim jî bi rêya Skype tevlî pîrozbahiyê bûn.
Qisekeran diyar kirin ku azadiya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê pêwîstî ye û yekîtiya neteweyî ya Kurdan divê misoger bibe.
Di pîrozbahiyê de Hozan Canê, Hasan Darzî, Ako Ranyayî, Peyman Kobanê û Serhado derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.