BI DÎMEN

Li Linz û Grazê pîrozbahiyên Cejna Berxwedana Neteweyî

Li bajarên Lînz û Graz ên Awusturyayê, bi wesîleya Cejna Berxwedana Neteweyî pîrozbahî hatin lidarxistin.

Li bajarê Linz ê Awusturyayê, Cejna Berxwedana Neteweyî bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Linzê axaftineke kurt hate kirin. Parlamenterê DEM Partî yê Wanê Mahmut Dîndar jî li ser geşedanên dawî nirxandin kir.

Di pîrozbahiyê de hunermend Sîpan Xelat, Îhsan Xelîkan, Koma Dem, Dengê Bêzar û Îbrahîm Agda derketin ser dîkê û beşdaran bi coş kirin.

GRAZ

Li bajarê Grazê jî bi wesîleya Cejna Berxwedana Neteweyî, di saet 14:00’an de li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozbahî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre, Koma Dewran û Hozan Arîn derketin ser dîkê û stranên xwe gotin.

Siyasetmedar Sadun Serhed, di axaftina xwe de geşedanên dawî yên siyasî nirxand û bal kişand ser ser gavên xurt.

Di dawiya şevê de sînevîzyon hate pêşandan û pîrozbahî bi stranên Hozan Comerd bi dawî bû.