Li Lîmassolê li dijî qedexeya PKK’ê îmze hatin komkirin
Kurdistanî û dostê wan ê li bajarê Lîmassol ê Qibrisê dijîn li dijî qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan danî û gelek îmze kom kirin.
Kurdistanî û dostê wan ê li bajarê Lîmassol ê Qibrisê dijîn li dijî qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan danî û gelek îmze kom kirin.
Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê beriya lîstika futbolê ya Aris-Paphosê ji bo navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin standa îmzeyan hate danîn. Alîgirên her du tîman eleqeyeke mezin nîşanî standa îmzeyan a ku li ber stadyumê hatibû danîn dan. Ji derveyî temaşevanan, çapemenî, nûçegihan û rayedarên stadyûmê yên li stadyumê bi îmzeyan piştgirî dan kampanyayê.
Berdevka Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Qibrisê Gulîstan Akşahîn, der barê stana îmzeyan a li stadyumê hat vekirin de daxuyaniyeke kin da û diyar kir ku bi sedan alîgirên li stadyumê hatin ser standa îmzeyan û piştgirî dan.