Li Limasolê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş hate pîrozkirin
Kurdên li Qibrisê, li gundê Choirokita a Limasolê li hev civiyan û Cejna Berxwedana Neteweyî bi muzîk û gerandina govendê pîrozkirin.
Kurdên li Qibrisê, li gundê Choirokita a Limasolê li hev civiyan û Cejna Berxwedana Neteweyî bi muzîk û gerandina govendê pîrozkirin.
Kurdên li Qibrisê dijîn, li bajarê Limasolê Cejna Berxwedana Neteweyî bi coş pîrozkirin. Kurdistaniyên ku li gundê Choirokita li hev civiyan, bi sirûda “Ey Reqîb” ya ji aliyê Koroya Zarokan a Theofilos hate xwendin û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi pîrozbahiya xwe kirin.
Di çalakiyê de siyasetmedar Lezgîn Serhat û nûnerê PYD’ê ya Qibrisê Yasîn Terbuş axivîn. Piştî axaftinan, hunermend TEV-ÇAND’ê Farqîn Azad derket ser dîkê û berhemên xwe yên li ser berxwedanê got. Beşdaran li ser stranan govendê gerandin.
Pîrozbahî bi dirûşmeyên ku peyama, “PKK heqîqeta hebûna gelê Kurd e” dide bi dawî bû.