Li Lîlleyê Kurdek ji ber stran guhdarî kiriye hate kêrkirin

Li Lîllê ciwanekî ji Hewlerê bi hinceta ku muzîka Kurdî guhdarî dike rastî êrîşa faşîstên Tirk hat. Rayedarê NCDK'ê hişyarî da û got, "Neyên provokasyonên ku bi zanebûn ji aliyê faşîstên Tirk ve tên pêşxistin."

Li Roubaix ku yek ji navendên bajarê Lîlle ye, karkerê Kurdistanî yê bi navê Zîkrî Elî Avşîn ku di berberxaneyekê de kar dike, duh ji aliyê Tirkekî bi navê Ramazan ve bi hinceta ku strana Kurdî guhdarî dike, ji 3 cihan bi meqesa berber ve hate derbkirin.

Zîkrî Elî Avşîn (27) ê ji Hewlerê û hate hînbûn ku zewicî ye, dema ku li berberiyê dixebitî, faşîstê Tirk ê bi navê Ramazan ket dikanê. Ji ber Avşîn stranên bi Kurdî guhdarî dikir, Ramazan gef lê xwar. Li ser bersiva Avşîn a ‘ez bi zimanê xwe li muzîkê guhdarî dikim’ Ramazan bi meqesa berber êrîşî Avşîn kir.

Ramazanê faşîst ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin, Zîkrî Elî Avşîn ê ji 3 cihan birîndar bû rakirin nexweşxaneya Lîlle.

Bi bihîstina bûyerê re Kurdistanî ber bi nexweşxaneyê ve çûn. Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ên hatin nexweşxaneyê diyar kirin ku bi doktoran re axivîne, kesê birîndar tavilê emeliyat kirine û ev jî avantajek e ku zêde xwîn jê neçûye. Rayedar bal kişand ku faşîstên Tirk bi zanebûn dixwazin Kurdan tehrîk bikin û provokasyonan bikin û hişyariya “neyên provokasyonan” kir.