Li Leîpzîgê Komkujiya Parîsê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên gelê Kurd duh êvarê li ser banga Rojava Solî Bundnîs Leîpzîg li bajarê Leîpzîg ê Elmayayê hatin ba hev û komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.
Kurdistanî û dostên gelê Kurd duh êvarê li ser banga Rojava Solî Bundnîs Leîpzîg li bajarê Leîpzîg ê Elmayayê hatin ba hev û komkujiya duyemîn a Parîsê şermezar kirin.
Bername di saet 17:00’an de li parka Rabetê bi deqîqeyek rêzgirtinê re dest pê kir û daxuyaniyên Rojava Soli Bundnis Leîpzîg, Women Defend Rojava, Links Jugend, KCDK-E û Cenî hatin xwendin.
Di çalakiyê de bal kişandin li ser êrîşên bi çekên kîmyewî, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, sûcên desthilatdariya AKP-MHP’ê ên li Kurdistan û Ewropayê û girtinên siyasetmedarên Kurd.
Di daxuyaniyê de diyar kirin ku eger dewleta Fransa di 9’ê Çîleya 2013’an de kujerên qetlîma Parîsê eşkere bikira û hatiban darizandin wê komkujiya duyemîn a Parîsê pêk nehatiba. Her wiha destnîşan kirin ku komkujiyên li hemberî gelê Kurd encama tîfaqên qirêj de pêk hatine.
Girseya ku di saet 18:00’an de dest bi meşê kir bi dirûşmeyan heta qada Willî Brand Platz meşiyan. Li vir daxuyanî hat dayîn û çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.