Li Lavrîoyê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn

Li Kampa Lavrîoyê ya girêdayî Atînayê Şehîdên Meha Gulanê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atîna û TCŞ’ê li Kampa Lavrîo ya paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Li ser wate û girîngiya rojê li ser navê komîteya şehîdan Erkan Erencî axivî. Erencî bal kişand ser girîngiya meha Gulanê ya ji bo PKK'ê û gelê Kurd, di şexsê Hakî Karer de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” bi dawî bû.