Li Lavrîoyê Şehîd Çiyager hat bîranîn

Şehîd Çiyager ê ku li navçeya Sûra Amedê fermandariya Berxwedana Rêveberiyên Xweser bû, li kampa Lavrîo ya Atînayê bi merasîmekê hat bîranîn.

Ji bo fermandarê Berxwedana Rêveberiya Xweser ya li navçeya Sûra Amedê, Şehîd Çiyager li kampa Kurdan a li bajarê Lavrîo ya paytexta Yewnanîstanê Atînayê, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Endamên Komeleya Çanda Kurdistanê û gelek kes beşdarî bîranîna ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve hat lidarxistin bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, peyama Koordînasyona YPS'ê hate xwendin.

Piştre Agît Amed ê di berxwedana Sûrê de cih girt mafê axaftinê girt. Amed bi bîranîna şehîdên Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser wate û girîngiya berxwedana Sûrê. Amed, bal kişand li ser fermandarî û xeta Şehîd Çiyager û got:“Xeta Şehîd Ciyager xeta Rêber Ocalan e.“ Amed bi gotina Şehîd Ciyager “Dawiya dawî çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be” bi dawî kir.

Piştî axaftinan welatiyan dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Pişt re merasîm bi sînevîzyona ku jiyana Şehîd Çiyager hate nîşandan berdewam kir.

Piştî sînevîzyonê merasîm bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.