Li Lavrîonê şehîd Anter Dêrsim hate bîranîn

Li kampa Lavrîonê şehîd Anter Dêrsim (Kazim Ergun) hate bîranîn.

Li kampa Lavrîon ya Yûnanîstanê bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan şehîd Anter Dêrsim (Kazim Ergun) hate bîranîn. Bîranîn bi kêliyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Di bîranînê de Huseyîn Arasan axivî û anî ziman ku bi salana PKK li Kurdistanê têkoşînê dide û di encama vê têkoşînê de bi 10 hezaran şehîd hatine dayîn.

Arasan bibîrxist ku rêheval Anter Dêrsim li gelek qadên têkoşînê de kar meşandiye û wiha got: “Em ê heta dawiyê bi doz û tekoşîna şehîdan ve girêdayî bin. Em ê berê xwe bidin Kurdistanê û azadiya xwe biserbixin.“

Piştî axaftinan sînevziyona ku qala têkoşîna şehîd Enter Dêrsim dike, hate temaşekirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ bi dawî bû.