Li Latîn Emerîkayê çalakiyên roja xwendina pirtûkê destpê kir

Komeke ku ji endamên civaka Mazhaûga yên li paytexta Meksîka Mexîco Cityê weke koçber dijîn pêk tê, ji bo piştgriya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” li hev civiyan.

Endamên civaka Mazhaûga ku li Casa del Pûeblo li hev civiyan, bi dirûşmeya “Fikr nayên hepskirin” beşek ji nirxandên Abdullah Ocalan ên li ser neteweya demokratîk xwendin û tevahiya rojê nîqaş kirin.

Di dawiya nîqaşê de ji bo hemû gelên berxwedêr û girtiyên siyasî merasîmek hate lidarxistin. Endamên civaka Mazhaûga piştre daxwaza azadiya hemû girtiyên siyasî bi taybetî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hem bi zimanê xwe û hem jî bi zimanê Spanî anîn ziman û çalakiya xwe bi berzkirina dirûşma azadiya girtiyên siyasî bi dawî kirin.