Li Kopenhagê li ber Balyozxaneya Fransayê çalakiya protestoyî
Girseya ku li Kopenhagê li ber Balyozxaneya Fransayê hat ba hev, got ku ew komkujî û êrîşek wiha li Parîsê qebûl nakin.
Girseya ku li Kopenhagê li ber Balyozxaneya Fransayê hat ba hev, got ku ew komkujî û êrîşek wiha li Parîsê qebûl nakin.
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Danîmarka Kopenhagê, ji bo protestokirina Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’ê Kanûna 2022’an ên li Parîsê qewimîn, îro li ber Balyozxaneya Fransayê hatin ba hev.
Ji bo kesên li Parîsê şehîd bûne, deqeyek rêz hat girtin. Piştre dostên Kurdan, bi Danîmarkayî û Îngilizî daxuyaniya çapemeniyê xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Dewleta Tirk komkujiyên li Kurdistanê bi rêve dibe, li Ewropayê jî pêk tîne. Em li Parîsê ku qaşo navenda demokrasiyê ye, êrîş û komkujiyek wiha qebûl nakin. Lewma em gelek bi hêrs in.”
Çalakgeran bê navber dirûşmeyên “Faşîst Erdogan”, “Lîderê DAÎŞ’ê Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “A niha bêdengiyê xira bike” berz kirin û di serî de Fransa, bang li Yekîtiya Ewropayê û raya giştî ya navneteweyî kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin.