Li Kolnê şehîd Hişyar Çelê, Şahan Gever û Feryat Bûldan hatin bîranîn
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Hişyar Çelê, Şahan Gever û Feryat Bûldan ên ku ji heman malbatê ne û di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne hatin bîranîn.
Li bajarê Kolnê yê Elmanyayê Hişyar Çelê, Şahan Gever û Feryat Bûldan ên ku ji heman malbatê ne û di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne hatin bîranîn.
Şehîd Hişyar Çelê, Şahan Gever (Bîrhat Bûldan) ku di 28’ê Mijdarê de ji aliyê HPG’ê ve şehadeta wî hat ragihandin û Feryat Bûldan ê ku di 24’ê Mijdarê de li Minbicê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû, li bajarê Kolnê bi merasîmek hatin bîranîn.
Merasîma ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir.
Malbata şehîd Hişyar Çelê, ji Kampa Penaberan a Mexmûrê peyamek nivîskî ji bo merasîma bîranînê şand. Malbat di serî de Hişyar Çelê û Feryat Bûldan û hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got, “Hişyar Çelê di sala 1992’yan de tevlî refên gerîla bûye û di êrîşa ku dewleta Tirk a li ser Zapê pêk aniye de ketiye nava şer. Dema ku dixwest hevrêyên xwe xilas bike birîndar bûye û di pevçûnê de heta guleya xwe ya dawî li ber xwe daye û şehîd bûye.”
Di peyamê de hat gotin ku şehîd Feryat taybetmendiyên apê xwe Hişyar hilda bûn û xwedî kesayetek bi cesaret û fedaî bû.
Dayika Şehîd Şahan Gever Hatîce Bûldan bi nameyekê beşdarî bîranînê bû. Bûldan, diyar kir ku Şahan Gever ji zarokatiya xwe ve bi kesayeta xwe ya humanîst û têkoşer dihat hezkirin û got ku bi agahiya şehadeta Şahan ku di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû, êşeke mezin jiyane.
Dayik û bavê Şehîd Feryat Bûldan ên li Wargeha Penaberan a Mexmûrê dijîn jî bi peyamekî bi dîmen tevlî bîranînê bûn.
Dayik Gulê Bûldan, anî ziman ku Feryat zarokekî bedew, jêhatî û paqij bû û got ku piştî qedandina dibistana navîn tevlî têkoşîna azadiyê bûye û li Rojava erkên pîroz girtiye ser milên xwe.
Bav Azad Bûldan, jî da zanîn ku ew bi şehadeta Feryat serbilind in û spasiya her kesê ku êşa wan parve dike kir.
Dayika Şengê ku li ser navê Komaw (Saziya Malbatên Şehîdan) axivî, destnîşan kir ku dayikên şehîdên azadiyê tevî hemû êşên giran jî bi hêz disekinin û got ku ew ê li dijî êrîşên dijmin yên tinekirinê heta dawiyê li ber xwe bidin.
Hunermend Sosin li ser navê malbatê axivî û da zanîn ku Hişyar, Şahan û Feryat ji heman malbatê ne û got ku şehîdên malbatê yên dawî ne. Hat diyar kirin ku şehîd girêdayî xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û soza berdewamkirina têkoşînê dabûn.
Di merasîma bîranînê de hunermendên Kurd Hozan Şemdîn, Bermal Çem, Beser Şahîn, Hekîm Sefkan, Cewad Merwanî, Binevş û Denîz Deman jî amade bûn.