Li Kolnê pîrozbahiya bi coş a cejna vejînê hat lidarxistin

Cejna vejînê li Kolnê bi serbilindî û coş hat pîrozkirin, di pîrozbahiyê de hate gotin; “PKK’ê Kurdistaneke nû afirand. Di dîroka PKK’ê de ‘Nikarim’ tunebû. ‘Hêza me kême’ nebû. Misogeriya gelê me PKK ye.”

Li bajar Koln ê Elmanyayê cejna vejînê bi merasîmeke bi coş hat pîrozkirin. Pîrozbahî piştî nîvro destpêkir û nêzî 5 saetan dewam kir.

Pîrozbahî li salona dawetan a Eûrossal ê hat lidarxistin. Kurdistaniyên li bajarên Koln, Bonn, Duren, Aachen, Leverkûsen, Bergheîm û Koblenz dijîn tevlê pîrozbahiyê bûn.

Hunermend Beser Şahîn, Seyda Perînçek, Serhedo û Hêvîdar Efrîn derketin ser dikê û heya şevê stran pêşkêşkirin. Kurdistanî jî li ber stranan govend gerandin û bi wan re stran gotin.

Li wir ji bo cara yekemîn Hunermend Beser Şahîn strana bi navê “Çiyayê Me Cenge” pêşkêşkir.

Şevê jî li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê axaftin hat kirin. Di axaftinê de ev gotin hatin ziman: “PKKê Kurdistaneke nû ava kir. Di dîroka PKK'ê de 'Ez nikarim' tunebû. 'Hêza min kême' tune bû. Misogeriya gelê me PKK ye. PKK îro li Qendîlê ye. PKK îro li Reqayê ye. PKK îro li seranserê Kurdistanê ye. PKK mirovê azad e. PKK berxwedêr e. Di şert û mercên ku derfetên me tunebûn de me dest bi têkoşînê kir. Îro em ji dijmin dewlemendtir in. Televîzyon, rojname û pereyên me hene. 43 saliya we pîroz be. Bijî Serok Apo, Bijî Kurd û Kurdistan. Şehîd Namirin.”

Pêşkêşkariya hunerî ya Seyda Perînçek mohra xwe li şevê da. Gelê Kurdistanê bi hunermend re ku stranên li ser şehîdan pêşkêş dikir stran gotin. Seyda Perînçek jî li ser şehîd û dayîkên şehîdan axaftinek kir.

Hunermendekî din ê ku di şevê de derket ser dikê Serhado bû. Hunermendê Rapê ku ji bo pîrozbahiya îro ji Swêdê hat, berhemên xwe yên li ser PKK, Rêber Ocalan û zimanê Kurdî pêşkêşkir.

Di şahiyê de standên xwarin, hunerên destan û pirtûkan jî hatin vekirin û bi taybet jin bi cil û bergên neteweyî tevlê pîrozbahiyê bûn. Standa Weşanên Meyman rastî eleqeyeke mezin hat. Gelê Kurdistanê bi taybetî ji pirtûkên bi zaravayên Kurmancî û Soranî yên Kurdî û Tirkî li ser bîranînên gerîla, dîroka jinan û lêkolînên li ser Kurdistanê eleqe nîşan da.